Welatiyên herêma Efrînê cenazeyên her du endamên Hêzên Ewlekariya Hundir Elî Mihemed Îbiş û Gênco Mihemed Şebabo veşartin.
Her du cangorî li Şehbayê li ser erkê xwe şehîd bûbûn.
Di merasima li goristanê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest. Her du şehîd di nava tilîlî û durişman de spartin axê.






