Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de li Girê Keçel li çeper û kozikên artêşa Tirk a dagîrker da.
Navenda Ragihandi û Çepemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî da.
GERÎLAYAN LI HEFTENÎNÊ LI DIJMIN DA
HPG’ê ev agahî dan:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya li herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de, 1’ê Gulanê saet 16:30’î li dijî artêşa TC ya li Girê Kecel bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatiye xistin de têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyek zelal nehatiye girtin.
Piştî çalakiyê û şûnde saet 17:45’an balafirên şer ên Tirk devera Qesrokê, Geliyê Pisaxa û Gundê Peraxê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyek yê me çênebûye.”






