Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêxo: Efrîn bûye navenda işkencexaneyan û 6 hezar kes hatine revandin

04/05/2020
in ROJEV
A A
Şêxo: Efrîn bûye navenda işkencexaneyan û 6 hezar kes hatine revandin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Saziya Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Efrîn bûye navenda işkencexaneyan û agahî ji 6 hezar welatiyên sivîl ên Efrînê ku di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne nayên girtin.
Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo li ser rewşa dawî ya Efrînê û kiriyarên ku li Efrînê tên meşandin axivî û diyar kir ku Efrîn bûye nevenda işekenceyan. Her wiha bang li saziyên navneteweyî kir ku tiştên li Efrînê dibin derveyî mirovayiyê ne.

‘EFRÎN BÛNE NAVENDÊN ÊŞKENCEXANEYAN’
Şêxo diyar kir ku piştî Efrîn hat dagirkirin çeteyan bi erêkrina dewleta Tirk dest bi revandina sivîlên Efrînê kirin û li hemberî azadiya wan pere ji malbata wan xwastin û wiha got: “Nêzî 50’î kom li Efrînê heye û her komeke zîndana wan cuda ye. Zîndana wan a navendî li gundê Marêtê ye û du beşan di nav xwe de dihewîne beşek ya sivîlan e û beşek jî ya leşkeran e. Her wiha zîndana polîsên leşkerî di dibistana bazirganiyê ya bajara Efrînê de hatiye bi cih kirin, li kêleka wê jî zîndana ewlehiya siyasî di kolana Vîlat de bi cih kirine. Ji derveyî van jî yên ku sûcên wan giran derbasî zîndan Merê, Raî û Ezazê dikirin. Di hemû van zîndanan de hejmereke mezin ji Efrîniyan hene her wiha nêzî 6 hezar Efrînê hatiye revandin û hinek ji wan jî derbasî zîndanên dewleta Tirk bûne û beşek jî agahî li ser wan nînin.

‘DI NAVA ŞERTÊN XIRAB ÊN ZINDANÊ DE NE’
Şêxo bal kişan ser rewşa sivîlên Efrînê yên li zinadanan û got: “Rewşa Efrîniyan di zîndanan de bi rastî pir xerab e. Bi taybet di girtîgeha Ezazê de ya ku di bi serweriya koma Asifet El-Şemal (Bahoza Bakur) de, rewşên herî xerab di wê zîndanê de tê pêk anîn, xwarin û verxwarin pir kêm e. Di warê tenduristî de pir xirab e, lê li gel vê jî êşkenekirin di asta herî jor de ye. Dîsa zindanên Efrînî û yên din jî ji hev cuda ne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.