Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku hinek derdor bê ku mijar were ronîkirin ji teqîna roja Sêşemê ya li navenda Efrînê çêbûyî YPG’ê berpirs digirin lê ti eleqeya wan bi wê bûyerê nîne û tawanbarî dûrî rastiyê ne.
Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser malpera fermî ya YPG’ê têkildarî teqîna roja Sêşemê a li navenda Efrînê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di dîroka 28-04-2020 de teqînek bi rêya seyareyeke sotemenî lê barkirî li bajarê Efrînê rû da. Hinek derdoran bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsyar girt. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastiyê ne, tu têkiliyê me bi vê bûyerê ve nîn e.”






