Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyan kir ku perspektîf û biryarên girêdayî pêşîgirtina li belavbûna Koronavîrûsê û rêgezên xweparastina şexsî pêk bînin.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku roja Çarşemê du kes bi Koronavîrûsê ketine. Her du jî ji bajarê Hesekê ne. Wek tedbîreke hişyariyê Meclisa Kantona Hesekê û Gerînendeya Tenduristiyê biyar dan ku taxa El-Amran bikeve karantînayê.
Herwiha desteyê bang li welatiyan kir ku tedbîr û biryarên Rêveberiya Xweser di vî warî de girtîn bînin cih.
Di daxuyaniya desteyê de ev agahî hatin dayîn:
“Piştî ku test ji bo kesên biguman hatin çêkirin, derket holê ku jinek û hemserê wê bi vîrûsê ketine. Nexweş ji bajarê Hesekê ne. Jina bi nexweşiyê ketî di karantînaya nexweşxaneya Qamişlo ya Wetenî de dimîne. Hemserê wê jî li malê di karantînayê de ye.






