Komîteya Şaredariyê û Parastina Jîngehê ya Kantona Qamişlo biryar da ku dema qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibe, wê dest bi projeyên salane bike.
Şaredariyên kantona Qamişlo di destpêka meha Nîsanê de divê dest bi projeyên salane bikira lê ji ber pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) hemû xebat hatin sekinandin.
Di vê derbarê de hevserokê Komîteya Şaredarî û Parastina Jîngehê ya kantona Qamişloyê Mesûd Yûsif ji ajansa me re wiha axivî: “Em bi hemû şaredariyên gel ên kantonê re civiyan. Piştî projeyên wan ji aliyê meclisên gel ên bajar û navçeyan ve hatin erêkirin, projeyên xwe ji me re pêşkêş kirin.”
Mesûd Yûsif diyar kir ku divê şaredariyan di destpêka meha Nîsanê de dest bi projeyên xwe bikira û ev tişt anî ziman: “Lê ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û ji bo ku li herêmê dernekeve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê Adara derbasbûyî de qedexeya derketina derve ragihand û ji ber wê jî şaredariyan hemû projeyên xwe paşde xistin, hemû derfetên xwe xistin xizmeta Şaneya Aloziyê û dest bi paqijkirin û dezenfektekirina bajar û navçeyan kir.”






