Şervanê QSD’ê Eymen Elî Şeyh yê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûyî bi merasîmekê hat veşartin.
Ji bo şervanê QSD’ê Eymen Elî Şeyh yê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûyî, li Goristana Şehîdan a Reqa bi tevlîbûna malbat, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û şervanên QSD’ê merasîm hat lidarxistin.
Piştî merasîma li goristana şehîdan a li gundê Hikumet a li Bakurê Reqayê, cenazeyê şehîd bi durişm û tilîlîyan hat veşartin.
Hat diyarkirin Ş. Eymen Elî Şeyh, berî 4 rojan di Berxwedana Rûmetê de li Eyn Îsayê şehîd bûye.






