Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kevneşopiyek ku nayê bêdengkirin: Ragihandina Kurdî di 123 saliya xwe de ye

24/04/2020
in NÛÇE
A A
Kevneşopiyek ku nayê bêdengkirin: Ragihandina Kurdî di 123 saliya xwe de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ragihandina azad a ku di salên 90’î de bi awayekî berbiçav pêş ket, bi têkoşîna Tevgera  Azadiyê re bi awayekî hemwext digel êrîş, bombekirin, kuştin û zordariyê bê bêhnvedan têkoşiya. Hê jî vê tekoşînê didomîne. Bi saya kevneşopiya ragihandina azad îro ji 50 zêdetir rojnameyên heftane û rojane, bi dehan televizyon, kanalên radyoyan û ajans weşanê dikin.

LI ROJAVA ŞOREŞA RAGIHANDINA AZAD

Li Rojava bi dehsalan gel rastî polîtîkayên rejîma Sûriyê yên înkar û îmhayê hatin. Her çendî gelê Rojava veşartî xwe birêxistin dikir û xebatên ragihandinê didan meşandin jî, ji ber zextan tiştên ku dihatin jiyîn nedihatin dîtin. Li Sûriyê hevneşopiya ku bi kovara Hewar destpêkiribû, li rexma hemû zextan di navberên diyar de hat domandin. Di salên 1980’î de, bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re li Rojava xebatên şoreş û rêxitinbûyînê lez qezenç kir. Her çendî di xebatên îdeolojîk û rêxistinbûnê de pêngava yekem di çapemeniyê de hatibe avêtin û gelek kovar û broşur hatibin weşandin jî, di aliyê siyasî de bi sînor ma.

Li Rojava cara yekem di sala 1986’an de kovarek bi navê ‘Dengê Kurdistan’ ku bi Erebî weşand dikir hat weşandin. Piştre rojmaneyek bi navê ‘Berxwedan’ bi zimanên Kurdî-Erebî hat çapkirin. Van waşanan zêdetir nûçe liser şerê li bakurê Kurdistanê di navbera leşkerên dewleta Tirk a dagirker û şervanên Kurdan de çêdikin. Bi vê re jî ji bo dengê gelê Kurd li erdnîgariya Ereb baştir were bihîstin, li Beyrûtê kovara bi navê ‘Sorgul’ dest bi weşanê kir. Gelek ronakbîr û nivîskarên Ereb di vê kovarê de nivîs nivîsin. Di dema ku li Rojava û Sûriyê zextên li ser belavkirina  kovarê gihiştin lûtkeyê, xwendin an jî li cem yekî dîtina kovarê jî sûc dihat hesibandin.

Ev xebatên ku di demên diyar de dihatin kirin, di sala 2011’an de bi serhildana gel û şoreşa li Sûriyê re, hema bêje di qada çapemeniyê de vegeriya şoreşê. Li Rojava şoreşa gel a li dijî hegemoniya netew-dewlet, bi xwe re di qada ragihandinê de jî şoreşek pêk anî. Rojnemegerên li herêmê, bi şoreşê re saziyên weşanê yên  rojnameya Ronahî, Ajansa Nûçeyan a Hewarê û Ronahî TV vekirin. Ev weşan bûn dengê projeya Netewa Demokratîk a ku li herêmê pêş ket. Heman demê de êrişên DAIŞ’ê û li hemberî wan êrişan berxwedana ku dihat meşandin û paşê êrişên dagirkariya dewleta Tirk û îfitaqên qirêj ên ku Tirkiyê bi çeteyên DAIŞ/El- Nusra re çêkirî eşkere kirin.

ANHA

Ajansa Nûçeyan a Hwarê (ANHA) di 1’ê Adara 2013’an de ji aliyê hinek rojnamegerên Kurd ve hat avakirin. ANHA’ya ku weşana xwe di malek ji kerpîçan de destpêkirî, bi hişmendiya xwe ya bêalî û nûçeyên rast, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû saziya çapemeniyê ya herî giring.

ANHA’yê ragihandina Netewa Demokratîk a ku li Rojhilata Navîn derket û berxwedana gel ji cîhanê re esas girt. Nûçegihanên ANHA’yê, bi berdêlên giran wek şehîdbûnê jî, di her şert û mercên zehmet de nûçegihaniya rast kirin û di israrê de yek gav paşde neavêtin. ANHA’ya ku niha di sala xwe ya 8’an de ye, toreyek wisa da avakirin ku şoreşa gel a li herêmê, berxwedana ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat meşandin gihand tevahî cîhanê. ANHA li herêmê xeta weşana ji rastî û heqîqetê tawiz nayê dayîn dide meşandin û rojnemegerên giring ava dike.

ŞEHÎDÊN ANHA’YÊ

Nûçegihanên ANHA’yê Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, dema ku li Dêrazorê rewşa koçberan dişopandin di êrişa teqemeniyê de şehîd bûn. Dilîşan di dema teqînê de şehîd bû, Hogir Mihemed jî di 14’ê Cotmehê de şehîd bû. Rizgar Deniz jî ji ber birînên xwe yên giran, di 18’ê Çileya 2018’an de li nexweşxaneya ku dima şehîd bû.

Herî dawî di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Serêkaniyê de, di 19’ê Cotmeha 2019’an de nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehmed şehîd bû.

RONAHÎ TV

Ragihandina Azad kevneşopiya ku bi Med Tv dabû dabû destpêkirin hat girtin jî, li rexma hemû zextan ev kevneşopî domand. Ronahî TV di 20’ê Cotmeha 2011’an weşana xwe ya testê da destpêkirin û destpêkê di rojê de tenê sê saet weşan dikir. Di demek kurt de ev dem gihişt 10 saetan û di sala 2014’an de jî saetên weşanê gihand 24 saetan.

Ronahî TV di rojên avakirina xwe de li bajarê Brukselê yê Belçîkayê dest bi weşanê kiribû, di demek kurt de navenda xwe ya nûçeyan derbasî xaka şoreşê kir. Niha Ronahî TV studyoyên xwe li hemû kantonên herêmê vekiriye. Li kêleka Şoreşa Rojava, pêşketinên li Rojhilata Navîn digihîne hemû cîhanê.

ROJNAMEYA RONAHÎ

Di destpêka Şoreşa Rojava de 8 ronakbîr û rojnamegerên li hersê kantonên Rojava civînek lidar xistin. Di encam de di 14’ê Cotmeha 2011’an de Rojnameya Ronahî hat vekirin. Bi Netewa Demokratîk a ku bûye perspekfîvek re denge heqîqetê bilind kir. Hêjmara wê ya yekê di 16’ê Cotmeha 2011’an de hat çapkirin. Rojname di hefteyê de rojekî bi zimanê Erebî hat çapkirin. Di 12 rûpelan de, kategoriyên îdeolojî, polîtîka, Kurdistan, Çand û Jiyan cih girtin 500 lib hat çapkirin.

Piştî demekê di hefteyê de du rojan dihat çapkirin. Hêjmara rûpelên wê ji 12’ê bilindi 20 hat kirin. Êdî 10 hezar car dihat kopîkirin. Rojname li tevahî Bakurê Sûriyê tê belavkirin, di halê hazir de weşana xwe bi Ronahî Kurdî û Ronahî Erebî dike.

RADYO

Cara yekem li Rojava radyoya Cûdî FM di 20’ê Cotemha 2012’an de li Qamişlo dest bi weşanê kir. Piştî wê li Kobanê di 19’ê Mijdara 2012’an de Kobanê FM û di 1’ê Nîsana 2013’an de Rojava FM dest bi weşanê kir. Li Efrîna ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de jî, Efrîn FM di 10’ê Hazirana 2013’an de dest bi weşane xwe ya testê kir. Efrîn FM di 1’ê Îlona 2013’an de dest bi weşanan xwe ya normal kir. Di navbera 2014-2015’an de radyoyên Dirbêsiyê FM, Waşûkanî FM, Dengê Xabûr, Dengê Xweseriya Demokratîk û Rojava FM  arasında Dirbesiye FM, Waşokani FM, Dengê Xabûr, Dengê Xweseriya Demokratîk ve Rojava FM dest bi weşanê kirin. Di sala 2017’an de jî radyoya jinê Radyo Star dest bi weşanê kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.