Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Şemzîna daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama wan çalakiyan de sê leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Şemzînanê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me yên YJA Starê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 21’ê Nîsanê saet di 14:10’an de li çepereke çekên giran a li ser girê Sîvrî yê qereqola Bezelê xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin 3 leşker hatin kuştin û çekeke giran a li çeperê hat îmhakirin.”






