Ji ber rewşa qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbat û hevriyên şehîd Argêş Hesekê tene cenazeyê wî li Goristana Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê veşartin.
Malbat û hevriyên şehîd Hesen Ehmed Ebid El-Mustafa (Argêş Hesekê) ku di Berxwedana Rûmetê de li navçeya Zirganê şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan girtin.
Merasîm li gorî biryara qedexeya derketina derve tenê bi amadebûna malbata şehîd û hejmareke endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê, pêk hat.
Li goristanê, şervanên QSD`ê toraneke leşkerî li dar xist, piştre bi navê hêzên leşkerî Ciwan Til Temir axivî û sersaxî da malbata şehîd. Ciwan Til Temir wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, bi hemû rêbazan hewl dide herêmê dagir bike û projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê têk bibe. Lê belê Hêzên Sûriya Demorkatîk li dijî êrişa Tirkiyê li ber xwe da û bi hezaran şehîd dan.”
Piştî axaftina Ciwan Til Temir, cenazeyê şehîd Argêş Hesekê di nava dirûşmeyan de hat veşartin.






