Endamê Civata Nîştimanî yê Tevgera Goran ragihand ku tevgera wan li ser asta hikumet, serokê heremê û parlamentoya herêmê, hewl dide pirsgirêka Zînî Wertê çareser bike. Herwiha got ji bo pirsgirêk çareser bibe, divê siyaseteke baş were bicihkirin.
Aloziya ku piştî PDK’ê hêz şand Zînî Wertê, dewam dike. Endamê Civata Nîştimanî yê Tevgera Goran Aras Welî, li ser rewşa aloziya li Zînî Wertê û hewldanên tevgera wan ya ji bo rewşa Zînî Wertê ji Rojnews re axivî.
Aras Welî ragihand ku ew li ser asta hikumet, serokatiya herêmê û parlamentoya herêma Kurdistanê, ji bo aramkirina rewşa Zînî Wertê, di nava guftugoyan dene. Aras da zanîn ku ji bo dilê dijminan bi vê rewşê xweş nebe, ew di nava hewldanan dene.
Aras Welî di dewamê de destnîşankir ku niyetek çareseriya pirsgirêkê heye, lê ger li Zînî Wertê şer rû bide, wê bê hêviyek li giştî Kurdistanê çêbibe. Aras got; “Li aliyek din ger şer çêbibe, emê wêneyek ne xweş nîşanî dinya û dostên xwe bidin.”
Herî dawî Aras li ser hewldanên dewleta Tirk yên ji bo dagirkeriyê jî axivî û got; “Dewleta Tirk vekirî dibêje, li kûdera cîhanê Kurdek hebe, ezê li hember bisekinim. Ev yek bi zelalî û vekirî dibêje. Lê divê em siyasetek wisan bicih bikin, ger pirsgirêk hebe, em hemû bi hevre bikarin bi guftugoyê çareser bikin.”






