Tê gotin yek ji gerestêrka (exoplanet) ku ji hêla NASA’yê ve li derveyî Pergala Rojê hatiye keşfkirin Kepler-1649-c ji gelek aliyan ve dişibe cîhanê û ji ber vê dibe ku mirov bikare lê bijî.
Lêkolînên NASA’yê yên bi amûra fezayê Kepler kirî 2018’an bidawî bû. Amûra fezayê li ser 2 hezar û 681 exoplanetê lêkolîn kir, li gorî encama van lêkolînan li derveyî Pergala Rojê li Kepler-1649-c’yê îhtîmala jiyanê heye.