Piştî ku PDK’ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê, derket holê ku PDK’ê hêzên xwe yên li Babîşka û Qesrê yên herêma Soran jî zêde kirine. Li gorî îdiayan di nava pêşmergeyên şandîn herêma Soran de, endamên Pêşmergeyên Roj jî hene.
Aloziya li devera Zînî Wertê piştî bicihkirina hêzên PDK û YNK’ê dest pê kiribû, didome. Li vê herêmê çêkirina baregeheke nû berdewam dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku Wezareta Pêşmergeyan hêz ji ber virûsa koronayê ya nû (Covid-19) şandine herêmê. Lê gelek derdor û çavdêrên siyasî jî dibêjin ku ev yek rê li ber zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker vedike.
KCK’ê jî bi daxuyaniyekê bang kiribû ku hêzên hatine herêmê vegerin qadên xwe û nebin sedema aloziyeke di navbera Kurdan de.
Wezareta Pêşmergeyan têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wan ew hêz ji ber vîrusa korona û demkî şandine herêmê. Lê li aliyê din sewqiyata leşkerî ya ji bo herêmê berdewam dike. Hemwextî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan pêr êvarê hêzeke nû ya Zêrevaniyê ku girêdayî PDK’ê ye, sewqî Zînî Wertê hate kirin.
Rojnewsê ragihand ku çavkaniyên pêbawer ên ji herêmê ku bi sedema ewlekariyê nexwest navên xwe eşkere bikin, diyar kir ku PDK ne tenê li Zînî Wertê, li 2 deverên din ên herêma Soran jî hêza leşkerî zêde dike. Çavkaniyan ragihand ku PDK’ê hejmara hêzên xwe yên li Babîşka ku dikeve navbera Diyana û Rewandizê, zêde kiriye û li wir liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye.
Çavkaniyan got PDK’ê li herêma Qesrê ya girêdayî navçeya Soranê ku nêzî Qendîlê ye jî hejmara hêzên xwe yên li baregehan zêde kiriye.