Dewleta Tirk a dagirker qada dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina DYA û Rûsyayê berfirehtir kir û her çend Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sedema Koronavîrusê (Covid-19) banga agirbestê kiribe jî, êrişên xwe bê navber bedewam dike.
Di meha Adarê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çetyên wê yên li dijî Eyn Îsa û Girê Spî û Tıl Temır, Zirgan bê navber dewam kir. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Leşkerî ya Suryanî li ser esasê parastina meşrû besiv da êrişan û êriş hatin têkbirin.
Di êrişên dagirkerî û komkujiyê de cihwarên sivîlan yekser hatin hedefgirtin û navendên leşkerî yên hêzên hikumeta Sûriyê û Rûsyayê jî ji êrişan para xwe girt.
Her çend hêzên Rûsyayê û yên artêşa hikumeta Sûriyê jî hatin hedefgirtin, heta niha wan hêzan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tu bersiv nedaye. Şervanên QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ku bi erka parastina Til Temirê radibin, parastina meşrû ya aktîf bê navber domand.
Jİ QSD’Ê BANGA AGİRBESTEKE MİROVÎ
Fermandariya Giştî ya QSD’ê di 24’ê Adarê de destnîşan kir ku wê ji ber Koronavîrusê (Covid-19) ku tevahiya cîhanê tehdît dike, di pozîsyona parastina meşrû de bimînin û banga agirbesta mirovî li hemû hêzên li Sûriyê kir. Lê belê dîsa jî dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên li dijî herêmê berdewam kirin.
Di êrişên li ser Eyn Îsa û Girê Spî ya meha Adarê de hêzên dagîrker 18 caran êrîş kirin û hêzên xweparastina meşrû jî bersiv dan û di pevçûnan de 9 çete hatin kuştin, balafireke bêpîlot a dewleta Tirk hat xistin, erbeyeke ku çeka doçka li ser, hat îmhakirin. Di êrişan de sivîlek û şervanekî QSD’ê jî şehîd bûn.






