Malbat û hevalên şehîd Mecd Nezal Mehmûd û şehîd Zibêr Hemdîn Hemo cenazeyên her du şehîdan li Goristina Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê.
Cenazeyê şehîd Mecd Nezal Mehmûd (Kosovî) ku di encama nexweşiyê de şehîd bûbû û cenazeyê Zibêr Hemdîn Hemo (Goran Hesekê) ku di şerê Berxwedana Rûmetê yê li navçeya Serê Kaniyê de şehîd bûbû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê hatin girtin.
Merasîma veşartina cenazeyan bi beşdariya malbatên her du şehîdan û hin endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê li dar ket. Malbatên her du şehîdan li gorî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya qedexeya derketina derve, tev geriyan.
Her du şehîd bi durişma “Şehîd namirin” spartin axê.






