Duran Kalkan diyar kir ku DYA û dewleta Tirk hewl didin ewleyiya Qendîlê ji holê rakin, ji bo vê jî ji PDK’ê dixwazin li wê deverê baregehan çêke. Kalkan diyar kir ku vê yekê qebûl nakin û ev plan wê bibe sedema şer.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan derbarê aloziya li Zînî Wertê ya Hewlêrê de ji Medya Haber TV’yê re axivî.
Duran Kalkan têkildarî sewqiyata leşkerî û çekên giran a li Zînî Wertê hişyarî da PDK’ê û diyar kir ev hewldan, sedema şer e. Kalkan têkildarî aloziyê got: “Ev planek e û bi arastekirina DYA û dewleta Tirk pêk tê û ewlehiya Qendîlê ji holê radike. PKK vê yekê qebûl nake, eger pevçûnek rû bide jî divê bê zanîn ku sedema wê em nîn in.”
Kalkan diyar kir PDK’ê di sala 2019’an de jî hewl daye bi heman şêweyê li herêma Biradost û Xinereyê baregehan çêke, lê piştî hişyariyan helwesteke berpirsane serwer bûye û gav bi paş ve avêtiye. Kalkan diyar kir ku niha careke din dixwazin planeke êrişê pêk bînin.
Duran Kalkan destnîşan kir ev rewş dê ewlekariya Qendîlê têk bide û ji ber vê jî hişyarî da PDK’ê û got: “Çêkirina baregehekê li Wertê sedema şer e û sedema wê jî ne em in.”
Her wiha Duran Kalkan diyar kir ew hêvî dikin ku PDK dest ji vê hewldanê berde û da zanîn ku ev plan hemû bi daxwaza DYA û dewleta Tirk pêk tên.