Şêx û rûspiyên bajar û gundewarên Minbicê ji ber qedexeya derketina derve, ji bo malbatên hewcedar pêngava komkirina alîkariyan da destpkirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber Koronavîrusê tedbîrên pêwîst girtin. Ji wan qedexeya derketina derve ye ku 23‘yê Adarê dest pê kir û hê jî didome. Ev bandorê li kesên ku debara malbata xwe ji karê xwe yê rojane dikin kir.
Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Minbic û gundewarên wê destpêka vê mehê pêngava komkiririna alîkariyên ji bo malbatên hewcedar re da destpêkirin.
Derbarê pêngava komkirina alîkariyan a şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê de, bi navê şêx û rûspiyên bajar û gundewarên Minbicê şêx Mihemd Elî Reşo spasiya Rêveberiya Xweser kir ku ji bo parastina tenduristiya welatiyan ji vîrusê dixebite, kolan û deverên giştî dezenfekte dike.
Mihemed Elî Reşo anî ziman ku însyatîfa şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê ya komkirina alîkariyan ji pêwîstiyekî hat û got, “Gelek malbat debara xwe ya jiyanî bi karê xwe yê rojane dikin. Pêngava komkirina alîkariyan ji malbatên di rewşên wiha de bi alaqeyek mezin ji aliyê bazirganan ve hat nîşandan.”