Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê bihayê radeyên din ên berhema genim ên werza îsal, eşkera kire. Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê jî diyar kir ku ji bo parastina werza çandiniyê di dema dirûtinê de, gelek tedbîr girtine.
Rêveberiya Xweser di 14`ê Nîsanê de civînek li dar xistibû û bihayê kirîna genim ji bo îsal bi 225 lîreyên Sûriyê diyar kiribû. Roja Şemiyê jî Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê li cihê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo, bihayê radeyên din ên genim diyar kir. Herwiha desteyê diyar kir ku ji bo parastina werza çandiniyê gelek tedbîr girtine.
Cîgirê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku bi hevkariya şaredariyên gel û Hêzên Ewlekariya Hundir ji bo parastina werza çandiniyê gelek tedbîr girtine ku yek ji wan reşandina dermanên giyayên bizerar li riyên hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Mihemed destnîşan kir ku Desteya Şaredariyan ji bo derketina rewşên şewatê li herêmê, 60 erebeyên agirkuj amade kirine û dê li seranserî herêma Cizîrê bên belavkirin. Her wiha dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriye û nuqteyên xwe li rêyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê, zêde bikin.