Hemleyên paqijyê û dezenfektekirinê dewam dikin. Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo roja Şemiyê dest bi paqijkirin, dezenfektekirin û barkirina bermahiyên sewalên li xanên taxa Cimayê kir. Herwiha ji bo pêşîgirtina li Koronavîrusê û nexweşiya laşmanyayê ku ji ber bermahiyên sewalan çêdibe, tîmên dezenfektekirinê şandin wê derê.
Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê Adara borî de qedexeya derketina derve ragihand, Şaredariya Gel a Qamişlo ji 15`ê Sibatê ve dest bi paqijkirin û dezenfektekirina riyên sereke yên bajêr û çemê Ceqceqê kir. Hemle hê jî berdewam e.
Şaredariya Gel ji bo pêşîgirtina li Koronavîrusê (Covid-19) û nexweşiya laşmanyayê ku ji ber bermahiyên sewalan çêdibe, dest bi paqijkirin û dezenfektekirina riya sereke ya taxa Cûdî û taxa Cimaya û xanê sewalan kir.
Piştî barkirina bermahiyan, tîmên dezenfektekirinê kolanên taxê dezenfekte kirin.
Hevserokê Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo Mesûd Yûsif li ser mijarê wiha got: “Di vê demê de nexweşiya laşmanya çêdibe, lewra dê dermanê vê nexweşiyê bê belavkirin.”
Yûsif bang li şêniyên taxê kir û got: “Bi me re alîkar bin û gilêşê bi rengekî belave neavêjin. Bi vî rengî em ê bigihêjin encameke baş.”