Hin malbatên efrînî yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî herêma Şehbayê bûne, projeyek çandiyekê bi rê ve dibin ku salane bi sedhezaran şitlan derdixe.
Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man, mîrasa bav û kalên xwe li pey xwe bihêlin û ber bi kantona Şehbayê ve biçin. Şênî dibêjin ku tekane rêya rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe berxwedan e.
Şêniyên kantona Efrînê, li Şehbayê jiyana xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û jiyan li Şehbayê zindî kirin ku di dema êriş û dagirkirina di her aliyan de wêran bibûn, bi taybet di warê çandiniyê de.
Bi mebesta geşkirina beşê çandiniyê li Şehbayê, hejmarek malbatên efrînî beriya du salan li kantona Şehbayê şitligeheke ava kirin. Şitilgeh bi sed hezaran şil û gelek cûreyên çandiniyê berhem dide.