Ebdulkerîm Siko diyar kir ku PDK û hikumeta Iraqê ji encamên ambargoya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) berpirsyar in û got, “Ambargo xizmeta ajandeyên Tirkiyê û dijminên doza Kurdî dike.”
Ji 18‘ê Tîrmeha 2019‘an ve desthilatdariya “Partiya Demokrat a Kurdistanê- Iraq” ambargoyeke girankirî li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daniye. Li derdora 12 hezar penaberî li wargehê dijîn. Ji ber ambargoyê gelek penaber ji karê xwe qut bûne, xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin, her wiha 3 jinên ducanî zarokên wan ji ber wan çûn.
Li gel belavbûna Koronavîrusê ambargo berdewam e. Ev rewş jiyana zêdeyî hezar welatiyên wargehê yên nexweşiyên korînk bi wan re hene, dixe xeteriyê de ye.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (Partî) Ebdulkerîm Siko li ser vê ambargoyê wi hgot: “Ambargoya li ser wargeha Mexmûrê ne ji nirx û exlaqê kurdatiyê ye. Bi taybetî ku cîhan di rewşeke giran re derbas dibe. Ev siyaset xizmeta dewleta Tirk dike ku dijminê herî mezin ê Kurd û doza Kurd e. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê berpirsyarên encamên ambargoiyê ne. Ambargo ziyanê dide saziyên hikumeta Başûrê Kurdistanê. Ji ber wê divê hikumeta Başûr li gorî qanûn û biryarên navdewletî yên derbarê penaberan de tev bigere.”
Ebdulkerîm Siko diyar kir ku ambargo di serî de ziyanê dide dîrok û têkoşîna Mustefa Barzanî. Siko bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li yekîtiya Kurdî vegere, ziyanê nede yekitiya neteweyî û xizmeta ajande û dijminên doza Kurd neke.