Li gundekî Serê Kaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagîrkirin, wesaiteke bombebarkirî ya çeteyan di dema amadekirinê de bi çeteyan de teqiya.
Li gorî agahiyan li gundê Îhrasê yê bajarokê Menacirê yê Serê Kaniyê, çeteyên rejîma Enqereyê dema ku wesayiteke bombebarkirî amade dikir, bi wan de teqiya.
Tê gotin ku ji ber teqînê gelek çete mirine û birîndar bûne. Têkildarî teqînê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.