Rêveberiya Xweser beşa yekê ya pakêtên xwerek li malbatên hewcedar ên ku debara xwe bi karê rojane dikin, belav kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya parastina ji Koronavîrusê (Covid-19) biryara qedexeya derketina derve da. Gelek kar hatin rawestandin û bandor li rewşa debarê ya hin malbatan kir. Ji ber wê rêveberiyê biryara belavkirina parên xwerek li malbatên zehmetiya debarê dikişînin, da.
Roja Çarşemê Meclisa Qamişlo beşa yekê ya pakêtên xwarek li 300 malbatên li bajêr ên ku debara xwe bi karê rojane dikin, belav kirin.
Endamê Rêveberiya Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a taxa Xerbî ya Qamişloy Selah Helbo da zanîn ku beşa yekê ya alîkariyê belav kirin û wê çend carên din jî belav bikin.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku belavkirina pakêtên xwerek dê heta bidawîkirina dema qedexeyê berdewam be.
GIRKÊ LEGÊ
Li navçeya Girkê Legê meclisa navçeyê 100 pakêtên xwerek li 100 malên hewcedar ên li nava navçeyê belav kirin.
Serokatiya meclisa navçeyê piştrast kir ku wê pakêtên xwerek li tevayiya malbatên navçeyê yên hewcedariya wan pê heyî, belav bikin.
DÊRIK
Herwiha li Dêrikê jî 200 pakêtên xwerek li malbatên feqîr hatin belavkirin.
Komîteyên Rêveberiya Xweser bi hevkariya komîn û meclisa navçeya Dêrikê 200 pakêtên xwarek li malbatên hewcedar belav kirin.
Wê pakêt li tevayiya malbatên zehmetiya debarê dikişînin, werin belavkirin.






