HRE’yê roja Şemiyê li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagîrker du çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Daxuyaniya HRE’yê ya têkildarî mijarê wiha ye:
“Roja 11’ê Nîsanê hêzên me li navçeya Şêrawa ya ser bajarê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagîrker çalakiyeke taybet û çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Herwiha 2 jê doçka lê barkirî, bi giştî 3 seyare jî hatin roxandin.
Ev her du çalakî ji bo tolhildana 3 hevalên me (Egît Şerqiya, Ferman Bilbilê, Xabûr Efrîn) yên di êrîşa 10’ê Nîsanê ya ser navçeya Şêrawa de şehîd bûyîn, hatine lidarxistin.
Herwiha artêşa dagîrker û çeteyên wê bi çekên giran, qadên sivîlan bi dijwarî topbaran dikin. Di van topbaranan de welatiyekî sivîl birîndar bû.”






