Li Erebistana Siûdî, tê gotin ku vîrûs bi malbata qraliyetê ketiye.
Rojnameya New York Tîmesê îdîa kir ku 150 prensên Erebistana Siûdî bi vîrûsa Covîd-19 ketine.
Rojnameyê ev îdîaya xw spart çavkaniyên tenduristiyê. Di nava prensên bi vîrûsê ketîn de waliyê Riyadê û di heman demê de biraziyê Qral Salman Faysal Bîn Bender Ebdulazîz jî heye. Ebdulazîz ku herî kêm 70 salî ye, tê gotin di servîsa awarte ya nexweşxaneyê de ye.
Karsazekî li Kendavê ku bi rêkûpêk serdana Erebistana Siûdî dike got, “Ez bi şexsî zanim ku prensek li nexweşxaneyê ye. Herwiha zanim ku gelek prens nexweş in. Ji bo hişyarkirinê gelek telefon ji min re tên ku dibêjin nexweşî belav bûye.”
QESRA QRALIYETÊ DI PANÎKÊ DE YE
Yek ji çavkaniyên nêzî Qesra Qraliyetê ji rojnameya Le Fîgaro re axivî û diyar kir ku zêdeyî 150 kesî ji qesrê bi vîrûsê ketine. Çavkaniyê got, “Zêdeyî 150 prens ku hin ji wan payebilind in bi vîrûsê ketine. Derdora Qral Salman û prensê velîehd Mûhammed Bîn Salman ketine panîkê. Ji ber wê jî tedbîrên hişk standin.”






