Kesên ji Şamê vedigerin Qamişlo ku di navendên taybet de ne, rojane test ji wan re tên çêkirin da selametiya wan ji Koronavîrûsê piştrast bibe û vîrûs li herêmê dernekeve.
Tîmên awarte yên girêdayî Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane testan ji kesên ji Şamê vedigerin re çêdikin ku selametiya wan piştrast bikin. Herwiha tedbîrên pêwîst tên girtin heta ku dema karantînayê bi dawî bibe.
Ji 23`yê Adara derbasbûyî ve qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Rêveberiya Xweser herwia gelek tedbîrên pêwîst girtin. Lêbelê hişmendiya hikumeta Sûriyê û domandina rêwîtiya bi balafiran ya di navbera Şam û Qamişlo de rewş bixetertir kir. Bê agahdarkirina Rêveberiya Xweser, di hefteyekê de bi behaneya ku rêwî leşker in, ji Şamê 3 seferên bi balafirê hatin kirin. Lê diyar bû ku di nava wan de sivîl jî hebûne. Li ser vê rewşê Şaneya Aloziyê destwerdan kir û testên pêwîst çêkirin. Pişt re wek tedbîreke awarte xistin navendeke karantînayê.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê Şaneya Aloziyê Ciwan Mistafa têkildarî mijdarê wiha axivî: “Ji bo rêwiyên tên balafirgeha Qamişlo, em pirsgirêkeke cidî dibînin. Tevî qedexeya derketinê jî, rêwîtiya asîmanî tê kirin. Herwiha hin rêwî bi awayekî qaçax tên derbaskirin da rastî testên tenduristiyê û karantînayê neyên.”
Ciwan Mistafa da xuyakirin ku têkildarî kesên tên herêmê û rastî testên tenduristiyê û karantînayê nayên, hevkariya di navbera wan, komîn û meclisan de dewam dike û wiha got: “Bi saya hevkarî û koordîneya di navbera Şaneya Aloziyê, komîn û meclisan de, me hin kes anîn û testên tenduristiyê ji wan re çêkirin û xistin cihên taybet.”
Ciwan Mistafa diyar kir ku ji bo 65 kesên hatîn herêmê, Şaneya Aloziyê bi awayekî awarte navendek tevî pêwîstiyên wê, ji wan re amade kiriye.






