Rêveberiya Kampa Newroz a Dêrikê hezar pakêtên xwerek ji depoyên xwe şandin Qamişlo da li hewcedaran werin belavkirin.
Têkildarî şandina hezar pakêtên xwerek, endama rêveber a Kampa Newrozê Dîcle Mihemed wiha got: “Wê ev pakêt li hewcedaran bên belavkirin. Ev însiyatîfa Desteya Kar û Barê Civakî û Xebatê ye.”
Dîcle Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Ev pakêt ên Desteya Kar û Barê Civakî û Xebatê ne û li kampê de hatibûn depokirin. Ji ber rewşa herêmê û rewşa qedexeya derketina derve ji ber Koronavîrûsê, wê li welatiyan bên belavkirin.”






