Li navçeya Hênê ya Amedê gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî artêşa Tirk çalakiyek li dar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li navçeya Hênê ya Amedê daxuyaniyeke niviskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“28’ê Adarê hêzên me li navçeya Hênê ya Amedê li dijî qereqola Hêgasorê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehên qereqolê xistin. Jimara leşkerên mirî û birîndar diyar nebûye.
5’ê Nîsanê hêzên me li navçeya Hênê li dijî stasyona bazê ya li qada Horselê çalakiyeke sabotajê kirin. Piştî vê çalakiyê ku stasyona bazê hat roxandin, artêşa TC’ê ya dagîrker 7’ê Nîsanê li qadê operasyonek da destpêkirin. Ev operasyon 8’ê Nîsanê bê ku encamê bistîne, vekişiyaye.
Yekîneya me ya çalakî kirî, bi selamatî gihîştiye cihê xwe.”