Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji ber pandemiya Covîd-19’ê gelek girtiyan ji bo daxwaziyên rewa çalakiyên prostestoyê li dar xistin û herî kêm 35 girtî hatine kuştin.
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî herî kêm li 8 girtîgehan, girtiyan ji ber fikara bi koronavîrûsê bikevin çalakiyên protestoyê li dar xistine.
Rêxistina Efûyê diyar kir ku gardiyan û hêzên ewlekariyê bi fîşek û bombeyên gazê êrîşî girtiyan kirine, herî kêm 35 girtî hatine kuştin û 100 girtî jî birîndar bûne.
Li gorî Rêxistina Efûyê, medyaya mûxalif û gelek rêxistinên mafên mirovan koronavîrûs ketiye nava girtîgehên Îranê jî. Sazî diyar dikin ku gelek girtî li hemberî şertên girtîgehê û rîska belavbûna nexweşiyê ketine grevê.
29’ê Adarê berdevkê Wezareta Edaletê ya Îranê Gulamhuseyî Îsmaîllî diyar kiribû ku ji 19’ê Adarê heta 3’yê Nîsanê 100 hezar girtiyan sûd ji destûra derketina derve girtiye. Ji bo girtiyan ev destûr heta 19’ê Nîsanê hatiye dirêjkirin.
Li Îranê li gorî jimarên fermî 4 hezar kes ji ber koronavîrûsê mirine. Lê li gorî çavkaniyên muxalif li 242 bajaran 22 hezar kes mirine.






