Koalisyona Erebî ya ku Erebistana Siûdî li Yemenê serkêşiya wê dike, ragihand ku roja Pêncşemê agirbestê dest pê kiriye û wê 2 hefteyan dewam bike.
Berdevkê koalisyonê Eqîd Tirkî El-Malikî diyar kir ku koalisyonê roja Pêncşemê li Yemenê agirbest ragihand û wê 2 hefteyan dewam bike. Agirbest li gorî saeta herêmê saet 12:00’an dest pê kir. Herwiha da ku rewşên guncaw ji bo vexwendina nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Yemenê re baş derbas bibe, dibe dema agirbestê dirêjtir jî bibe.
Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY`yê Martin Griffiths ji bo lidarxistina civîna di navbera hikumetê û Hûsiyan û tîma leşkerî ya koalîsyonê de wê biçe Yemenê. Di civînê de jî wê behsa pêşniyarên têkildarî mekanîzmaya pêkanîna agirbesta domdar a li Yemenê, pîvanên avakirina baweriya mirovane û aborî, herwiha di navbera aliyên Yemenê de dest bi proseyên siyasî bikin.






