Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li herêma Humusê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî rejîma Sûriyê kirine û ji her du alîyan gelek kes mirine.
Mala Çavdêriyê diyar kir ku li rojhilatê Humusê hê jî çeteyên DAIŞ’ê hene û li Çola El Suknayê êrîşî çeperên rejîma Sûriyeyê kirine.
Mala Çavdêriyê diyar kir ku, di şer de balefirên şer ên Rûsyayê jî hem eniya şer, hem li cihên din ên çolê dane û ji enîya Şamê 18 kes mirine. Mala Çavdêriyê diyar kir ku 11 çete jî mirine.






