Li gorî Associated Press, Pentagon ragihand ku jimar herî zêde ya leşkerên bi “Covid-19) ketîn di hêzên deryayî de ye ku 500 kes hatin tesbîtkirin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi jimara kesên bi vîrûsê ketîn di radeya yekê de e, zêdeyî 400 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 12 hezarî jî mirine.
Li seranserê cîhanê milyonek û 400 hezar kes bi vîrûsa Koronayê ketine, herwiha jimara kesên mirî ji 83 hezarî derbas bûye. Jimara kesên baş bûyîn ji 302 hezarî derbas bûye.






