Di çarçoveya qedexekirina çûnhatinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rastiya hevgirtina civakî di nava beşên civakê de derket pêş. Herwiha însiyatîfên mirovî yên alîkariya kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî, zêde bûn.
Ji ber belavbûna Koronavîrûsê gelek welatên cîhanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexekirina çûnhatinê derxistin. Pişt re jî ji bilî yên sebze û pêdiviyên jiyanê yên sereke û dermanxaneyan, dikan tev hatin girtin.
Bi vê re xebata gelek kesên ku rojane dixebitîn û debara malbata xwe pê dikirin, hat sekinandin. Ji ber wê jî rêxistinên mirovî yên herêmî û gelek kesan dest bi însiyatîfa komkirina alîkariyan û belavkirina wan kir. Rêveberiya Xweser jî biryarnameyek derxist ku li herêmên Rêveberiya Xweser û her heft rêveberiyên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkarî li malbatên xizan werin belavkirin.
Li kantona Şehbayê welatiyê bi navê Ehmed Umer yê ji koçberên Efrînê, dest bi însiyatîfeke şexsî kir. Wê pereyan ji 25 dost û nasên xwe kom bike da li malbatên xizan belav bike.
Ehmed Umer bang kir ku ji ber loziya Koronavîrûsê li derdora malbatên xizan kom bibin.