Bi belavbûna Koronavîrûsê li cîhanê re Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr yên amadekirina karantînayan, girtina deriyên sînor û dezenfektekirina tevayiya bajaran girtin.
Kolanên bajar û bajarokên herêma Firatê li gel biryara qedexeya derketina derve ya ku Rêveberiya Xweser a Bakurû Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, di gelek qonaxan de tên şûştin û dezenfektekirin.
Girêdayî mijarê hevserokê Rêveberiya Giştî ya Derdorê ya herêma Firatê Semîr Ferdon Elî ji ANHA`yê re cureya dezenfektekirinê ya ku tê bikaranîn, qonaxên wê û asta bandora wê şîrove kirin.
Elî wiha got: “Prosesa dezenfektekirinê li ser sê qonaxan tê meşandin. Ya yekê 15`ê Adarê bû tevayiya navend û gerînendeyên herêmê bi du cureyên dezenfektan ‘Formline and sidex’ hatin dezenfektekirin. Pişt re me mizgeft û dibistan li ser asta herêma Firatê bi heman madeyan dezenfekte kirin.”
Elî diyar kir ku di qonaxa sisiyan de kolan li tevayiya bajar û bajarokên herêmê hatin şûştin û bi madeya klorê hatin dezenfektekirin. Bi vê re zemîn amade bû ku Formline bê bikaranîn.