Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 5 hezar pakêtên alîkariyê ji dermanên cilan li malbatên her du taxan belav kirin. Piranî alîkarî li malbatên ku xebata wan ji ber qedexeya çûnhatinê hatiye sekinandin, hatin belavkirin.
Di nava alîkariyan de sabûn, lodelîn, klor û dermanê cilşûştinê hene. Alîkarî li komînan tên belavkirin û ew jî li malbatan belav dikin. Li Taxa Eşrefiyê 250 pakêt û li Taxa Şêxmeqsûdê jî 4 hezar û 750 pakêt hatin belavkirin.
Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîna Ebdo wiha got: “Ji ber belavbûna Koronavîrûsê li cîhanê em tedbîrên pêwîst digirin da welatiyan ji vîrûsê biparêzin.”
Valentîna spasiya şêniyên her du taxan kir ku li gorî biryara qedexeyê tev digerin, herwiha spasiya sazî, Hêzên Ewlekariya Hundir û HPC`ê kir ku xizmeta welatiyan dikin da wan ji vîrûsê biparêzin.