Ji bo rewşa awarte ya ji ber vîrûsa Korona Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê civînek li dar xisti û têkildarî rewşê çend biryar girtin.
Têkildarî van biryaran hevseroka Kantona Efrînê û endama Şaneya Aloziyê Şirîn Hesen wiha got: “ Me gelek biryar dan. Yek ji wan avakirina karantînayan ji kesên ku ji derveyî kantonê tên. Ew heta 14 rojan di karantînayan de dimînin. Li gorî biryara duduyan, xwediyên patozan dikarin patozên xwe amade bikin. Wê dikanên guhertina parçeyên patozan werin vekirin. Li gorî biryara sisiya dikanên madeyên xwarinê, sebze û goştfroşan, tevî vekirina dermanxaneyan ji saet 08:00`an heta 18:00`an tên vekirin. Qedexeya derketina derve ji saet 18:00`an destpê dike. “
Li gorî Şirîn biryara çaran ku şaneyê daye, wê mazot di dema tinebûna mazotê û qedexeya derketina derve de li welatiyan li gorî kartên diyar were belavkirin.