Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêr ên navçeya Şedadê li gel qedexeya derketina derve xebata xwe bênavber didomînin.
23`yê Adarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşîgirtina li vîrûsa Korona li herêmê qedexeya derketina derve ragihand.
Di biryara qedexeya derketina derve de dikanên madeyên xwarinê û dermanxane di nava xwe de nagirin. Li aliye din komîteyên Şaredariya Gel xebata paqijiyê, dezenfektekirin û çavdêriya dikanan didomînin da rê li pêşiya keysbaziyê bigirin.
40 DIKAN HATIN CEZAKIRIN
Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê, Komîteya Zimhêrê dikanên ku madeyên bingehî biha difroşin, zeft kirin.
Endamê rêveber ê Komîteya Zimhêrê ya Şedadê Xalid El-Hecî diyar kir ku firoşkarên li dikanan belav dikin, keysbaziyê dikin, madeyên bingehî yên mîna şekir, çay ,zeyt û madeyên din biha difroşin. El-Hecî diyar kir ku zêdetirî 40 bazirgan û xwediyên dikanan hatin cezakirin.