Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi saziyên xwe yên tenduristiyê û kedkarên xwe yên tenduristiyê li gorî derfetên xwe seferber bûye û berpirsyariya xwe bi civakê re par ve dike.
Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif ji ANF’ê re axivî.
Foza Yûsif bîr xist, ku şer û êrîş rîska belavbûna nexweşiyê zêde dike, pêşî li tedbîran digire. Ji ber wê Neteweyên Yekbûyî bang li her kesî kir, lê belê dewleta Tirk guh nade vê bangê. Gihîştiye wê radeyê ku bombeyan li stasyonên avê bibarîne, avê qut bike. Bi şer û siyaseteke bêexlaq dixwaze vîrûs li vê derê jî belav bibe û rê li ber felaketekê veke. Heta niha çete bi kar dianîn, niha jî dixwaze vîrûsê bi kar bîne.”
Foza Yûsif diyar kir ku helwesta hêzên rejîma Sûriyê ya li dijî êrîşan gelekî qels û got, “Bi taybetî di êrîşa dawî de ya li Til Temirê hat dîtin. Dewleta Tirk careke din qanûnên navneteweyî û serweriya Sûriyê binpê dike. Helwesta ku li dijî vê tê nîşandan lawaz e.”
Têkildarî tedbîrên wan ên li dijî vîrûsa koronayê jî Foza Yûsif wiha got: “Rêveberiya Xweser heta niha biryarên di cih de girtin û kedeke mezin nîşan dide. Eger li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hê nexweşekî bi vîrûsê tinebe ev ne tiştekî tesadüf e. Sazî û kedkarên tenduristiyê, şaredarî û kedkarên wê, Asayîş, ango Rêveberiya Xweser sazî û derfetên xwe hemû seferber kirine. Bêguman hin rastî jî hene. Li seranserê Sûriyeyê navendên tenduristiyê, plansaziya tenduristiyê hemû bûne qurbanên tenduristiyê. Alîkariye hikumeta navendî ji bo vê derê nîne. Sazî û rêxisitnên navneteweyî jî ku şaxên wan li vê derê hene piştgiriyê nadin. Di rewşeke wiha de em berpirsyariyê bi civakê re par ve dikin. Em dixwazin her kes xwe berpirsyar bibîne. Eger em bi xemsarî, sist û necidî nêzîk bibin emê rê li ber belvabûna vîrûsê vekin.”
Foza Yûsif bal kişand ser kampanya Heyva Sor û got, “Her mirovê xwedî exlaq, birûmet, hezkiriyê civaka xwe û dixwaze bi tenduristiyeke baş bijî divê tevlî vê kampanyayê bibe. Pêwîst e komîn û meclîsên me baş bixebitin. Li kîjan gundî, li kîjan taxê pêwîstiya kîjan malbatê hebe divê li gel wê malbatê bin.
Rizgarî bi civakîbûnê dibe, bi jiyaneke wekhev û piştgiriyê dibe. Bi yekîtî, moral, manewiyat, sebir, fedakarî û berpirsyariyê em dikarin ji nava vê pêvajoya zehmet derkevin.”