Hemwextî qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna Koronavîrûsê, li taxên bajarê Reqayê belavok hatin belavkirin.
Zêdetirî 8 hezarî belavokên bi zimanên erebî û kurdî hatin belavkirin û tê de perspektîfên têkildarî xweparastina ji vîrûsê hatin dayîn. Herwiha îşaret bi girîngiya xwestina lênêrîna tenduristiyê di dema xuyakirina nîşanên weke germa laş, koxik û astengiyên di nefesê de, kir.
Wê Heyva Sor a Kurdî bi armanca hişyarkirina welatiyan, belavkirina belavokan di rojên pêş de bidomîne.






