Di hevdîtina bi telefonê ya girtiya bi navê Merve Aydogan a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayserî ya li gel malbatê diyar kir ku sê hevalên wê yên jin pirsgirêkên wan hene, bêhntengî û ziwabûna qirkê li wan peyda bûne.
Girtiya nexweş Merve Aydogan a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê girtin, rewş, şert û mercên li girtîgehê bi rêya telefonê ji malbata xwe re vegot.
Aydogan ev agahî dan malbata xwe: “Roja Înê mîda min li hev ket, çavên min baş êdî nedidîtin. Hê jî baş nabînim. Tojda Tokû a li gel me piştî 4 rojan heman tişt bi serê wê jî hat. Ew jî gêj dibe, çavê wê baş nabîne. Nikarim baş li ser lingan xwe bigirim. Heman tişt bi serê Pinar Demîr jî hat. Bi Nazli Soglî re jî şewitîna qirikê û koxika wê ya hişk heye. Li gel min jî ‘şewitîna qirikê, bêhntengî û pirsgirêka baş nedîtinê heye.’ Doktorê girtîgehê hat, lê pirsgirêkên me vegotîn ji wan fim nekir. Hinek tîp nişan dan lê min nikarî bixwînim. Doktor ji bo min got; tu kor bûyî. Derman da lê ti faydeya wê nîne. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, em neçûn nexweşxaneyeke derve û ji derve jî ti doktor nehatine. Lê ev destpêkek e.”