Hediya Hisên\Ronahî Qamişlo
Li seranserê dinyayê jinên YPJ´yî bûne mînaka hêz û azadiyê, bandor li jinên cîhanê kirine û ji wan re nîşan dane ka jin dikarin çiqas şer bikin û xwe biparêzin.
Derbarê mijarê de Hevseroka YPJ´ê Nesrîn Ebdelah ji rojnameya me re wiha axivî: “Salvegera heştan ya avakirina YPJ´ê di serî de şehîdên me, em li kesên soz dayîn bibin qehremanên vê doze û di riya wê de canê xwe feda kirîn û li jinên cîhanê hemûyan pîroz dikin.”
Nesrîn Ebdelah di dewam axaftina xwe de wiha got: “YPJ bi keda xwe ji sînorên erdinîgarî, olî, çandî û neteweyî derbas bû. Nasnameyeke jinê ya xweser û hevgirtî derxist. YPJ´ê hem nûnerî kir, hem guhertineke çandê ya navneteweyî afirand. Ji her gelî di nave de cihê xwe girtin. YPJ bû nasnameya her jina li cîhanê, jinan jî bi vî rengî xwe da naskirin.”
Nesrîn Ebdelah bal kişand ser artêşa jinê û wêha axivî: “Ev 8 sal in YPJ ji bo hebûna xwe têdikoşe. Divê em bikarin ji gelê xwe artêşekê bidin avakirin. Rast e avakirina artêşeke jin zehmet e, lê bi xebata YPJ´ê û keda wê her tişt wê serkeftî be.”
Nisrîn Ebdelah bîr xist ku YPJ´ê di qadên xwe de guhertin çêkir û bi bondora li jinên cîhanê bû nasnameyeke bêsînor.
Hevseroka YPJ´ê Nesrîn Ebdelah axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dema dagîrkirinê de gelekjin tevlî YPJê bûn û bi sedan şervanên me şehîd bûn. Her dem soza me ewe ku em Efrîn Serê Kaniyê û Girê Sipî rizgar bikin.