Gerîlayên YJA Starê li herêma Heftenînê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagîrker çalakiyek li dar xist.
Navenda Ragihandin û Çapemeniye ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de ku li herêma Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me yên YJA Starê 6’ê Nîsanê saet 13:00 li dijî artêşa TC a dagîrker a li ser Girê Konferansê çalakiyek kirin. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hatin xistin. Jimara leşkerên di vê çalakiyê de mirîn û birîndar bûyîn nehat zanîn.”