Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, qebûlnekirina serlêdana jinan a stargeha jinan bir rojeva meclisa Tirkiyê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun, ji ber Stargeha Jinan a girêdayî şaredariyên Amedê, serlêdanên jinan qebûl nake, pirsname da meclisa Tirkiyê û xwest mijar bê lêkolînkirin û çareserkirin. Tosun, diyar kir ku di vê pêvajoya vîrûsa Korona de ku li Tirkiyê belav bûye ji 11’ê Adarê heta 31’ê Adarê 21 jin hatine kuştin û wiha got: “Ji jinên hatîn kuştin 18 ji wan di malê de hatine kuştin. 9 jin jê zewicîbûn. 5 jin jî ji aliyê birayên xwe ve hatine kuştin. Di vê pêvajoya şideta li ser jinê zêde dibe de, Mala Jinan a Kardelen a Şaredariya Rezan û Navenda Sepantin û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan (DÎKASUM) a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serlêdana jinan red dike.
Tosun, ji bo ku Wezîrê Karê Hundir yê Tirk Sulayman Soylu bersivê bide ev pirs kirin:
“* Redkirina serlêdana jinan weke wezîr agahiya we jê heye?
* Şaredariyên ku serlêdana jinan red dikin ferman û talîmatan ji kû digirin?
* Sedema redkirina serlêdana jinan a Stargehan çi ye?
* Jinên ku mafê wan tê binpêkirin û serî li van stargehan didin, piştî redkirina serlêdanê ji bo van jinan ti tedbîr tên gritin?
* Derbarê şaredariyên ku serlêdan red kirine de ti lêpirsîn hatine destpêkirin ya na? Ku nehatibe destpêkirin wê lêpirsîn bê vekirin?”