Koma mûzîkê ya gerîla Awazên Çiya ku bi stiran û klîbên xwe balê dikişîne, bi albûmeke nû derdikeve pêşberî guhdarên xwe. Awazên Çiya albûma ji sala 2017’an ve li ser dixebite temam kir.
Stranên di albûmê de ji nava klasîkên Botanê hatine neqandin. Albûm ji 10 berheman pêk tê û aranjeya wê jî Mehmûd Berazî kiriye.
Albûma nû ya Awazên Çiya ya bi navê Botan, 8’ê Nîsanê ji aliyê Enstîtûya Çandê ya Kurd-Elman û kanala nû ya mûzîkê ya dîjîtal ve li platformên dîjîtal hemûyan hat weşandin.
Komê ev berhema xwe di şexsê Mehmet Tunç, Pakîze Nayir û Asya Yuksel de diyarî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê-Botanê kir.
Têkildarî çîroka albûma Botanê û pêvajoya hilberînê, Koma Awazên Çiya ev agahî da:
“Projeya albûma Botanê wek pêşniyar û fikrekî derket holê. Ev fikir jî bi lêkolîna li ser kevneşopiya mûzîka gel a Botanê dest pê kir. Di çarçoveya pêvajoya lêkolînê de ku me sala 2017’an dest pê kir, destpêkê me di nava komê de wezîfe par ve kir û me klasîkên Botanê yên nivîskî û qeydkirî berhev kirin. Komê li ser her stiranê nîqaş kir. Li aliyekî me çîroka her stranê lêkolîn û şîrove kir, li aliyê din jî yên me ji nava wan neqandîn li studyoyê qeyd dikir. Piştî qeydan Mehmûd Berazî bi kedeke mezin aranjeya stranan kir.”
Koma Awazê Çiya got; “Ev albûm jî jinûve vegotina kevneşopiya berxwedanê ye. Berxwedan û serketin bi dilsoziya bi cewherê vê kevneşopiyê û nûkirina wê dibe. Em jî bi wî rengî nêzîk bûn.” Hûn dikarin li ser van lînkan guhdarî bikin.
https://www.youtube.com/channel/UCXZYTJNryN1yh-xCmLv2D8w
https://www.youtube.com/user/PelRecords