Mamosteya Ma Mûzîkê Evîn Tîryakî diyar kir ku dersên bi riya telekonferansê dane destpêkirin. Hem wê şagirtên wan pêş bixe, hem wê malbatan ji travmaya ji ber vîrûsê rizgar bike.
Ji ber koronayê ku bandora xwe li seranserê cîhanê dike, ji bo xweparastinê her kes ket nava liv û tevgerê û tedbîran digirin. Di çarçoveya tedbîrên hatîn girtin de perwerdeya li dibistan hat betalkirin û gelek saziyan jî navber da xebat xwe. Koma Ma Mûzîkê jî ji bo ku ewleyiya xwe bigire berî demeke kurt navber dabû xebata xwe. Koma ku navber da xebata xwe ji bo ku xebata xwe bi awayekî din bidomîe ket nava hewldanan û niha bi riya telekonferansê xebata xwe dide domandin. Mamosteya zarokên Koma Ma Mûzîkê Evîn Tiryakî li ser xebata komê ya nû ku dane destpêkirin axivî.
Evîn Tiryakî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku xebata xwe bi pergala onlîne ji malan bi vîdyodersan didin meşwandin û wiha axivî: “Em her sal meha Adarê ango hefteya Newrozê bi qasî 2 hefteyan betlaneyê didin şagirt û mamosteyên xwe. Lê îsal mixabin ji ber vîrûsa koronayê me hefteyekê zûtir navber da dersen xwe û em vekişiyan malê. Navbera me 4’ê Nîsanê qediya û me careke din dest bi dersan kir. Lê vê carê li gorî 3 hefteyan berî niha cudahiyeke heye. Ji ber ku êdî ne em û ne jî şagirtên me em nikarin ji malên xwe derkevin me bi pergala onînê bi videodersan dest bi xebatên xwe kir