Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundir ên kantona Kobanê diyar kir ku wê li dijî kesên biryara qedexeya derketina derve binpê dikin, cezayên pereyan bibirin.
Bi armanca pêşîgirtina li belavbûna Koronavîrûsê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23’yê Adarê ve qedexeya derketina derve ragihand.
Li kantona Kobanê ev çend roj in xelk biryara qedexeya derketinê baş pêk nayne.
Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundir ên kantona Kobanê Kawa Hemû got; “Me biryar daye ku li ser sê qonaxan qedexeya derktina derve bidin meşandin. Ya yekê hişyarkirina welatiyan û qedexe baş pêk hat, ya duduyan jî soz ji kesên mûxalif girtin ku wê careke din ji mala xwe dernekevin.”
Kawa Hemo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Qonaxa sisiyan hê dest pê nekiriye, ew jî eger welatî biryara qedexeya derketina derve bi cih neynin, wê cezayê pereyan bê bibirin.
Kawa Hemo got; di van rojên dawî de biryar zêde pêk nehat, ji ber wê em bang li welatiyan dikin ku biryarê pêk bînin û civakê ji xeterê biparêzin.






