Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê li dijî Koronvîrûsê tedbîrên nû girtin. Ji wan qedexeya derketina derve ya 15‘ê Nîsanê dirêj kir û derbasbûna cenazeyên ji derveyî herêmê tên qedexe kir.
Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê, Şemiya borî civîna xwe ya çaran bi amadebûna nûnerên Şaredariya Gel, Desteya Tenduristiyê, rêveberên meclisên kantona Efrîn, Şehba û Rêveberiya Xweser li dar xist. Di civînê de derbarê rêgirtina li ber vîrûsa Koronayê biryarên nû hatin dayîn.
Derbarê mijarê de hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neiso ev agahî dan: “Di civînê de ji bo parastina pirsigrêkên welatiyên ji ber qedexeya derketina derve biryar hatin danîn. Em li gorî derfetan dikarin parastina gelê xwe ji vîrûsa Koronayê bikin.”
Neiso li ser biryarên hatîn dayîn wiha got: “Biryara yekê cenazeyê kesên ji derveyî herêmê tên wê li derveyî kantonê nêzî deriyê tê re derbas bûyîn werin veşartin.
Têkildarî tevgera erebeyan jî Neiso got, “Eerebeyên xizmeta welatiyan û yên rewşên awarte dikin mîna erebeyên zebzeyan dikarin di nava tevgerê de bin. Ji bo erebeyên madeyên din ên xwarinê her roja çarşemê, xwendiyên belavkirina xetên înternetê û sererastkirina wan her roja Yekşemê destûr ji wan re hatiye dayîn ku dikanên xwe vekin. ”






