Osman Şêx Îsa der barê pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) de ji ji ajansa Hawarê re axivî û got: “Li kantona Şehbayê kesek bi Koronavîrusê neketiye. Lê ev nayê wateya ku xetereya Koronavîrus bi dawî bûye, yan jî dema pandemiya Koronayê bi dawî bûye.”
Şêx Îsa diyar kir ku wan test ji hejmarek şêniyên bi guman bûn re çêkirin, lê ecmanên wan negatîf bûn. Şêx Îsa axaftina xwe wiha domand: “Şêniyên kantona Şehbayê ji biryara qedexeya derketina derve razî ne. Em bang li şêniyan dikin ku bêtir girîngiyê bidin paqijiya kesayetî û giştî. Dest nedin hev du û nêzî kesên ku nîşaneyên nexweşiyê li wan belî dikin, nebin.”
Têkildarî xebatên xebatkarên tenduristiyê Şêx Îsa got: “Xebatkarên tenduristiyê bi awayekî çalak di dirêjahiya 24 saetan de dixebitin. Ger nîşaneyek li ser kesekî belî kirin, pê re peywendiyê ava dikin da ku bi ambulansê biçin cem wê/î û testên pêwîst jê re çêkin.”
Şêx Îsa destnîşan kir ku 15 rojên bê, rojên çarenûsî ne, wê hebûn û nebûna nexweşiyê diyar bikin. Û bang li rêxistinên navneteweyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) kir ku rewşa koçberan paşguh nekin û pêdiviyên tenduristî yên pêwîst li gel dorpêça ji tevahiya aliyan ve pêşkêş bikin.






