Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê balafireke şer a hikûmeta Wîfaqê ya bi serkêşiya Fayzi El-Serac ê ku desteka xwe ji Tirkiyê digire, xist warê.
Berdevkê Fermî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê General Ehmed El-Mismarî got, pargala parastina asîmanî roja Pêncşemê, balafireke şer ya bi tîpa L39 ya milîsan li başûrê herêma Ebû Qirên xist xwarê. Di encamê de pîlotê balafirê Ebdulanî El-Erîq û alîkarê wî Îbrahîm Ferec mirin.”






