Ebdulkerîm Siko got: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê rewşa Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) ye. Divê aliyên siyasî ji bo xizmeta Kurdan hevgirtî bin.”
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan (Partî) û sekreterê giştî yê Yekîtiya Hêzên Partiyên Kurd Ebdulkerîm Siko, dorpêça hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) danî, rexne kir û got, “Wê kêmayiyê bû sedem ku rêveberiya wargehê daxwaziya alîkariyê ji Rojavayê Kurdistanê bike. Tiştek bi serê wargehê were, berpirsyar hikumeta Başûr e.”
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî nêzî 12 hezar şênî hene.
Siko diyar kir ku gelê Kurd ji her gelî zêdetir li hemberî krîz û nexweşiya cîhanî li ber gefan e û axaftina xwe wiha domand: “Divê ev bibe hevgirtineke di navbera hêzên kurdî de li beramber vê nexweşiyê. Divê cudabûna siyasî li pêşiya tekoşîna hevbeş ya li hemberî vê nexweşiyê ne be asteng. Ev tişteke exlaqî ye. Dîrok pêvajoyê tomar dike û ka kî li hemberî gelê Kurd erkê xwe pêk aniye, jî wê tomar bike.
Di dawiya axaftina xwe de Ebdulkerîm Siko ji hêz û partiyên siyasî daxwaziya alîkariya koçber û penaberên li kampan kir û wiha got: “Eger hêzên Kurdî li hemberî vê nexweşiyê û parastina gel hevgirtî nebin wê yekîtiya siyasî pêk neyê.”






